Jinên başûrê Kurdistanê: YPJ hêza jinan a cehwerî ye

Jinên Başûrê Kurdistanê, tekez kirin ku YPJ’ê bi têkoşîna xwe ya li dijî DAÎŞ’ê bû sembola berxwedanê û gotin: “Em jin divê bibin yek da ku em bikaribin xwe biparêzin.”

HÊLÎN EHMED

Silêmanî – Di nava baregehên leşkerî yên li dewrûberê Qamişloyê de, jinek bi cilên kesk û çek li ser milan, bi aramî di nava avahiyan de diçe û tê. Li ser dîwaran, wêne û navên cangoriyan hatine daliqandin. Ev cih yek ji baregehên sereke yên YPJ’ya ku hêzeke jinan e û di 10 salên borî de bûye sembola berxwedanê. Lê niha li gel guherînên siyasî û leşkerî yên li Sûriyeyê, hêz li ber qonaxek nû ye.

Qonaxek ku pirs li ser pêşeroja hebûna YPJ’ê tê kirin. Ew hêz wek beşek leşkerî ya jinan li Rojavayê Kurdistanê pêk hatiye. Di demek kurt de di şerê li dijî DAIŞ’ê de bû hêzek sereke. Di sala 2014’an de, dema DAIŞ’ê êrîşî Kobanê kir, jinên YPJ’yî li eniyên pêş ên şer bûn. Şerê Kobanê navê YPJ’ê gihand medyaya navnetewî û wêneyên jinên leşker bû sembola berxwedana Kurdan. Ji bo gelek endamên YPJ’ê, hilgirtina çekan ne tenê şer bû, guherînek civakî jî bû. Jin di nav hêzên perwerdeya leşkerî, siyasî û rêveberiyê de cih digrin û gelek caran behsa ‘şoreşa jinan’ dikin. Fermandarên YPJ’ê dibêjin ‘Ev hêz tenê ji bo parastina deveran û parastina jinan hatiye damezrandin.”

Jin dibêjin YPJ ne tenê hêzek leşkerî ye, her wiha beşek ji projeya civakî û siyasî ye ku jinan di nava rêveberî û biryardayînê de cih girtiye. Di dema şerê Sûriyeyê de, jinên li Rojava di warên ewlehî, dadwerî, siyaset û rêveberiyê de rolên girîng girtine.

Jinên başûrê Kurdistanê ji ajansa me re li ser girîngiya hêzên YPJ’ê ya li Rojhilata Navîn axivîn.

‘Jinên Kurd wêrek in ax û nasnameya xwe ya jinbûnê diparêzin’

Dîlkeş Abdullah destnîşan kir ku tevî êrîş û dagirkeriya li ser axa Kurdan, nebûna yekîtiya gelê Kurd rê ji bo êrîş û dagirkirinên li deverên Kurdan xweş dike û wiha domand: “Jin di şerê li dijî DAIŞ’ê de bûn sembola azadî û xwerêveberiyê. Bûne dengê cîhanî, wêrekiyê û tevahî cîhan hişyar kiriye. Jin li tevahî aliyên Kurdistanê xwedî hêzek wisa ne ku li dijî dagirkeran rabûne. Jinên Rojavayê Kurdistanê bi vê wêrekî û hêza xwe û bi hev re ji şerê li dijî DAIŞ’ê heta niha têkoşîna xwe didomîne. Siyaseta ku ji aliyê Ehmed Şara ve tê meşandin ewe ku li herêmê Kurdan tune bike. Ji deng û rengên jinên Kurd ên herêmê ditirse. Ji ber vê yekê, bi rêya çend peyaman û rêkeftinan dixwaze jina azad û çek li mila ye û parastina xak û nasanameya jinbûnê dike, neke. Em her tim piştgiriya jinên Rojavayê Kurdistanê dikin da ku bi azadane hewl bidin bi hev re bifikirin û azad bijîn.”

‘Jinên Kurd di cîhanê de bûn sembola aştiyê bi têkoşîna xwe dîrok nivîsandin’

Gulala Heme Reşîd diyar kir ku her tim li dijî gelê Kurd polîtîkayên înkar û îmhayê ji aliyê dewletên serwer mîna Sûriyeyê, Tirkiyeyê, Iraq û Îranê ve tên meşandin û wiha got: “Tevlînekirina hêzên YPJ’ê ji aliyê Ehmed Şara ve hedef dike ku hêza jinan bê bandor bike. Jinên Kurd di dinyayê de wek sembola aştiyê tên nasîn û têkoşîna wan, dîrok nivîsandiye. Têkoşîna wan a beriya 10 salan dijî DAIŞ’ê destpê kirî, bû sedem ku jinên Kurd di dinyayê de bi nasnameya xwe ya bi hêz û têkoşîna xwe werin nasîn. Lê hikûmeta demkî ya Sûriyeyê armanc dike ku vê hêza berxwedêr hilweşîne. Em Kurd pêwîstiya me bi hêzên me li herêmê heye. Ji ber em dizanin Kurd her tim di bin êrîşa dagirkeran de ne. Ji ber wê divê hêzek taybet a jinan hebe da parastina xak û jinbûna xwe bikin.”

‘Hêza jinan hê di bin metirsiyê de ye’

Gulala Heme Reşîd di dawiya axaftina xwe de anî ziman ku hêzên YPJ’ê dikarin berxwedana xwe li her deverê bidomînin û wiha bi dawî kir: “Tevî berxwedan û têkoşîna gelê Kurd, hêza jinan hê di bin metirsiyê de ye. Bila jinên Kurd parastina nasnameya xwe ya jina berxwedêr bikin.”